Hoppa till huvudinnehåll
I see you in an amber
6 min läsning

BIYANIYEKÎ DI KURDISTANÊ DE ÇI DÎTINE

Herekol Ezîzan yek ji nasnavên Celadet Alî Bedirxan e. Celadet Alî Bedirxan sala 1893an li Stenbolê ji dayik bûye û sala 1951ê jî li Sûriyê jiyana xwe ji dest daye. Li zanîngeha Stenbolê mastera hiqûqê girtiye û xwendina xwe li Munchenê qedandiye. Wî bi gelek zimanan dizanîbû. Sala 1932an li Şamê kovara HAWARê derxist. HAWARê rêziman û bingehê zimanê kurdî ava kiriye û her kesê ku bi kurdî, kurmancî dinivîse HAWARê ji xwe re bingeh digire. Celadet Alî Bedirxan bi dehan kitêbên curbecur li dû xwe hiştine.

Credits Herekol Ezîzan 11 maj 2023

Nasekî min ji min re gotibû:

– Ma te ha jê nîne, rojnamenevîsekî Ewrûpayî ku di Kurdistanê de geriyaye bi rêbiwarî hatiye Şamê. Nasê min ev tişt ji min re gotibûn, lê cihê nivîsevanî şanî min nedabû. Paş ku min riya xwe bi çend mêvanxaneyên Şamê xistin min mêrikê xwe bi cih kir û xwe da naskirin.

– Hawar, ne? Belê wekî ez li Kurdistanê bûm hin welatiyên we ji min re gotibûn ku di Sûriyê de kovaraek bi vî navî derdikevit. Min gelek dil dikir wê bibînim.

Min çend hejmarên Hawarê bi xwe re anîbûn. Min ew dane wî. Çavê xwe li wan gerand û gote min.

– Dilê te heye ji min hin tiştan li ser welatê xwe bipirsî ne? Hin tişt hene ku min jî divêt ji te bipirsim. pirsiyariya te a pêşîn ne ew e ku min di Kurdistanê de çi dîtiye?

– Herê ew e. . . .

– Min tiştinin welê dîtine ku ji te û ji wan pê ve ku rind nas dikin Tirk çi ye tu kes, xasima peyayekî Ewrûpayî, nikare bawaer bike. Herçî ku min dîtine bawer bike berî du hezar salî jî di dinyayê de çênedibûn.

– Hukûmeta Enqerê [Ankarayê] nahêle ku biyanî, nemaze rojnamenivîsek bikeve erdê Kurdistanê. Çawan bû ku te pêk anî û derbasî Kurdistanê bûyî?

– Xebera te ye, belê tu kesî nahêlin. Ne tenê biyaniyan xelkê cih jî bê destûra wezareta daxiliyê nikarin derabasî welatê Kurdan bibin. Lê berê ewilî min negotibû ku ez rojnamenivîs im, paşê hin hemşeriyên min hene ku ji mêj ve li wê derê ne. Bi destê wan lê dîsan bi hezar dişwariyê derbasî welatê we bûme.

Qederê şeş mehan di Kurdistanê de mam. Tu nizanî di nav wan şeş mehan de min çi ezab dîtine. Tenê ev çend bêjim ku di Tirkan de ne tenê hissên mirovînî lê tu tişt nemane. Di dinyayê de tiştin hene ne tenê ji destê mirovan lê ji destê cenaweran jî dernakevit. Lê ji wan têt.

Em di ". . . . "nê de diman. Carinan rê pê diket ji bajêr derdiketin, ber bi rojhilatê ve diçûn di nav gund û eşîran de digeriyan û vedigeriyan cihê xwe. Digel vê hindê ez neçûme heta welatê Serhedan û deşta Mûşê. Lê hevalên me ku diçûn ji me re digotin, zulma ku li wê derê dihate kirin ji zulma ku di pêş çavên me de dibû bêtir û xerabtir bû. Herçî ku min di Turkiyê de dîtine tevda li deftera xwe nivîsandine. Gava ez vegerim herim welatê xwe herçî ku min di gera xwe de seh kirine û dîtine di rojnaman û kitêban de dê belav bikim.

Çend caran li me qewimiye ku ji gundên ku em mêvanê wan bûn, jendirman peya didan hev û dibirin. Ew peyayên ha nema vedigeriyan.

Rojekê min tiştek dîtiye ku tu car ji bîr nakim. Em bi rê ve diçûn. Kurdekî kal jî emrê wî di navbera pênce û şêstî de, pêl me ve dihat. Jendirmekî Tirk, xortekî bîst salî, ji şiverêyekê li me derbû. Kalo bi kum û destmal bû. Di himbêza wî de zarokekî du salî hebû. Jendirme xeberinin ne qenc jê re gotin û dirêjî wî kir. Bi tajanekî li ruyê wî dixist. Ruyê kalo diriya serê zarokî şikiya. Kalo serê xwe dida pêş û dixwest pê zarokê xwe biparêze. Dawî jendirme westiya û sekinî. Kalo serê xwe hilda. Me digot digirî, kî biwa welê bigota. Ne, nedigirî. Ruyê xwe dabû ezmên, li jendirme dinihêrt û lê dikenî. . . çi bêjim. . .

Gundek hebû pirrê car em diçûne ê. Di wî gundî de dostekî me hebû. Kurdekî sed û du salî. Nizanim çawan bû pêlekê em neçûbûn gundê xwe. Me bêriya dostê xwe kiribû. Sê çar heval me gotina xwe kiribû yek û em çûbûn ziyareta dostê xwe. Kalê me kalekî ser xwe bû, bi kep û dest, diranên wî hêj hebûn. Hertişt dixwar û hergav devkenok bû. Wê rojê dîsan bi dîtina me şa bûbû. Lê nikarîbû wek hergav ji cihê xwe rabe û derkeve pêşiya me. Dil dikir ku rabe lê lingên wî nikaribûn laşê wî hilgirin. Lingên wî werimî bûn. Te digot qê piyê wî nepixandibûn. Me jê pirsî. Kalo biserhatiya xwe gilî kir:

– Berî panzdeh rojan jendirme hatibûn gundî. Sîleh didane hev. Sîleh li ku, dewletê serê kemîlê me hemî sipartine nuqtê. Me cem xwe kêr jî nehiştine. Herçî xortên lewend, wan girêdan û bi xwe re birin. Ew nema vegeriyan. Hûn jî dizanin xortinin welê venagerin. Dor giha min jî. Min got: Heyran nîne, qurban nîne. Guh nedan ez avêtim erdê, lingên min hildan û qederê pênce ço li min xistin. Ji lingên min xwîn vedizikî. Ne xema wan bû. Dilê min borî, ez hiştim erdê û çûn. Ji hingê ve di nav cihan de bûm. Hêj duhî rabûme ser xwe. Lê hîn nikarim bi rê ve biçim. Li min megirin ku ji ber ve ranebûme. Me jê pirsî ma çire ew çend li te xistin?

– Ji ber ku ez Kurd im.

Lê pirr ne ajot bi çavê tirsê li dora xwe nihêrt û got:

– Ne, ne ez şaş bûm. Berê berê, ez Kurd bûm. Niho ez Tirk im. Di vî welatî de herkes tirk e.

Reben hêj ditirsî dibe ku ji me jî.

Ma tiştekî welê qet hatiye dîtin û bihîstin. Bi sed salên xwe kokimekî welê ku tu lome jê nabit û bi du salên xwe ên mayîn zarûkekî şîrmij. Çawan destê mirov li wan herduyan radibit.

Ma ne bes e. Nizanim kîjanî bêjim. Welatekî welê ku destûra wan ev e. Hêdî be ez ji te re bi Tirkî bêjim: "Türk en büyük millet, Türkiye de yaşar Türk, yok başkası". Lê ewle be êdî Turkiya nikarit bijît. Heke ez bêtirs van tiştan dibêjim ne bêsebeb e. Ez çûm Stenbulê jî Min halê wan li wê derê jî dît. Xwe ew çend bilind kirine ku nema dikarin ser lingan bisekinin, divêt bikevin.

Ji û paşê, ewî hin tişt ji min pirsîn û nik xwe nivîsandin. Me destên hev guvaşt û ji hev veqetiyan.

Ji ber ku camêr bi xwe dil nedikir ku navê wî, niho bêtî berder kirin ez wî veşartî digirim. Lê gava bi xwe di welatê xwe de bîrên xwe belav kirin hingê em ê wan bîran digel navê nivîsevanî biguhêzînin stûnên Hawarê.

HAWAR, 1932, ŞAM

Like what you read?

Take action for freedom of expression and donate to PEN/Opp. Our work depends upon funding and donors. Every contribution, big or small, is valuable for us.

Ge en gåva på Patreon
Fler sätt att engagera sig

Sök